Daxuyaniya Sochiyê diçe Encûmena Asayişa Navdewletî

Daxuyaniya dawiyê ya lûtkeya Sochiyê dê li Encûmena Asayişa Navdewletî bê xwendin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxuyaniya dawiyê ya lûtkeya Sochiyê dê li Encûmena Asayişa Navdewletî bê xwendin.

Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî Sebastiano Cardi ragihand, li ser daxwaza nûnerên her sê welatan daxuyaniya hevbeş a Rûsî, Tirkî û Îranî ya taybet bi Sûriyê dê li Encûmena Asayişa Navdewletî bê pêşkêşkrin û dê li ser endaman were belavkirin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Îranê Hesen Rûhanî roja 22 vê mehê li bajarê Sochi ya Rûsyayê derbarê krîza Sûriyê de civiyan û daxwaz ji rêjîm û opozîsyona wî welatî kirin, li kongreya niştimanî ya li Sochiyê amade bin.

Herwiha di wê lûtkeyê de mijarên wek, rewşa  navçeyên kêmkirina şer û rûbrûbûna terorê, gihandina alîkariyên mirovî û dîtina çareyeke siyasî ye ji kirîza Sûryê re, li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya 2254 hatin gotûbêjkirin.