Îran: derketina DAIŞ di berjewendiya me de bû!
K24 – Navenda Nûçeyan
Serfermandarê Pasdaran Mihemed Elî Ceferî diyarkir ku, “Derketina DAIŞ û belavbûna wê liser erda Rojhilata Navîn, derfet da me ku li Iraq û Suriyê grubên çekdar ên milişyayî pêk bînin.”
Îran a ku gelek caran jiber helwêsta xwe ya lawaz di dijî DAIŞ de di raya giştî de hate rexnekirin, yekem car e damezrandin û derketina DAIŞ di berjewendiya xwe de liqelem dixe.
Caferî herweha got:“Ji alî pêkanîna berevaniya Îranê ve, hebûna DAIŞ derfet da me û ev yek ket berjewendiya me de”.