Îran nûtirîn keştiya mûşekavêj di derya Qezwînê de bicih dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Faris belav kiriye, ku sibê hêzên deryayî yên Îranê, wê nûtirîn keştiya mûşekavêj derbasî nav derya Qezwînê bikin bi daku parastina ewlehî û berjewendiyên Îranê bike.
Berdewamiya Îranê li ser têstkirina mûşekan û çêkirina corên cuda ji mûşekan, nerazîbûna Encûmena Ewlehiyê û civaka navdewletî li pey xwe aniye û çendîn caran jî daxwaz ji Îranê hatiye krin, ku pêbendî biryarên Encûmena Ewlehiyê be.
Berpirsên Îranî dibêjn, ji bo pêşvebirina çalakiyên mûşekî, ew moletê ji ti kesî wernagirin.