Komara Çek jî Orşelîm wekî paytexta Israilê nas kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê ku Orşelîmê wekî paytexta Israilê nas dike û dê Balyozxaneya xwe veguhezîne wî bajarî, Komara Çek ku endamê Yekîtiya Ewrûpayê ye, bû yekem dewleta Ewrûpayê ku, piştgiriya vê biryarê dike.
Heman demê di malpera fermî ya Wezareta derve ya Komara Çek de daxûyaniya nasîna Orşelîmê wekî paytexta Israilê hate ragihandin.