Hevseroka HDP: Dadgehkirina Demîrtaş siyasî ye û ji bo nehiştina HDPê ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka Partiya Demukrat a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay ragihand: pêvajoya dadgehkirina hevserok û perlemanterên HDPê ne yasayî ye lê siyasî ye.
Kemalbay derbarê dadgehkirina hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş got: "Dadgeh di bin zextên serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan de ne û li gor fermanên wî biryaran didin."
Hevseroka HDPê diyar kir, ku dadwer û dozger tenê ji bo rêvebirina şanoyekê li dadgehê amade bûn.