Amadeyiyên hilbijartinên Tirkiye 2019, ji niha ve destpê kirin e

Ji ber ku dê di sala 2019'an de li Tirkiyeyê 3 hilbijartin werin lidaxistin, pêşbîniyên hilbijartinên pêşwext jî tên rojevê. Partiyên siyasî yên wekî HDP û CHP'ê jî amadekariyên xwe ji bo hilbijartinan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber ku dê di sala 2019'an de li Tirkiyeyê 3 hilbijartin werin lidaxistin, pêşbîniyên hilbijartinên pêşwext jî tên rojevê. Partiyên siyasî yên wekî HDP û CHP'ê jî amadekariyên xwe ji bo hilbijartinan dikin. Herdu partî jî ji bo tifaqa hilbijartinan deriyê xwe vekirî dihêlin.

Li Tirkiyeyê hilbijartinên Serokomarî, parlemento û şaredariyan di heman salê de ango dê di sala 2019'an de werin lidarxistin. Ji ber ku hejmara hilbijartinan gelek e û Tirkiye jî derbasî pergaleke nû ya rêvebirina dewletê dibe, partiyên siyasî ji niha ve di xebatên xwe de hilbijartinan li ber çavan digirin. Li Bakûrê Kurdistanê jî yek ji partiyên xurt Partiya Demokratîk a Gelan HDP ye. Parlementerê  HDP'ê yê Diyarbekirê Ziya Pîr li ser gotûbêjên hilbijartinê amaje dike ku mijarên wan ên ku di bangeşiya hilbijartinan de derkevin pêş, aşkere ne.

Ligor Ziya Pîr-  Parlementerê  HDP'ê yê Diyarbekirê:

"Heger hilbijartineke pêşwext were lidarxistin, em ê di bangeşiyên xwe de cîbicîkirina edaletê, xurtkirina demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd derxin pêş. Qet tirsa me ya benda hilbijartinê tuneye. Li gorî lêkolînên me ji %98 hilbijêrên me, helwesta xwe diparêzin û em di bin benda hilbijartinê de namînin."

Her çiqas dîroka hilbijartinan wekî sala 2019'an hatibe diyarkirin jî gotûbêjên hilbijartinên pêşwext jî di rojevê de ne. Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP'ê yê Şaxa Diyarbekirê Mehmet Sayin dide zanîn ku partiya wan bi hemû rêxistinên xwe amade ye ku pêşwaziya hilbijartineke pêşwext bike û daxwazên xelkê Bakûrê Kurdistanê jî li ber çavan digire.

Mehmet Sayin- Serokê Partiya Komarî ya Gel a Şaxa Diyarbekirê diyar dike:

"Yan divê hûn pergala heyî biparêzin an jî divê hûn pergala parlementoyê biparêzin. Di hilbijartinan de em ê ji xelkê re vê bibêjin. Ji bo hilbijartina Serokomariyê jî divê namzetek wiSa be ku bikaribe daxwazên Rojavayê Tirkiyeyê jî û daxwazên Rojhilatê Tirkiyeyê jî dabîn bike."

Partiya Komarî ya Gel CHP û Partiya Demokratîk a Gelan HDP di derbarê hilbijartinên şaredarî û hilbijartinên parlementoyê de ji tifaqeke hilbijartinê re girtî ne lê herdu partî jî ji bo hilbijartina serokomariyê deriyên xwe ji bo tifaqê vekirî dihêlin.