Êrîş dijî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî li Kongo

Di encama êrîşek dijî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî li welatê Kongo gelek kesan jiyana xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşek dijî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî li welatê Kongo gelek kesan jiyana xwe jidest da. Ligor jêderek ji Neteweyên Yekgirtî, herweha gelek brîndar jî hene û metirsiya zêdebûna kuştiyan heye.

Ligor Ajansa Reuters hejmara kesên jiyana xwe jidest dayî 14 kes in û 40 brîndar hene.