Parlementoya Kurdistanê bersîva Ebadî da

Di ragihandina Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de hatîye, bi dîdevaniya hemû dinya ya aştîxwaz wê rastiyê dûbare dikin ku, ger qehremaniya Pêşmerge û hikmeta serkirdayetiya Pêşmerge neba, Hêzên Iraqî nedikarîn serkeftinan li Mûsilê bidest bixin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxûyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder 'Ebadî lidor dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî yên derveyî Îdareya hikumeta herêma Kurdistanê rexne dike û bi daxûyaniyên neberpirs û şaştîyeke mezin dizan e.

Di ragihandina Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de hatîye, bi dîdevaniya hemû dinya ya aştîxwaz wê rastiyê dûbare dikin ku, ger qehremaniya Pêşmerge û hikmeta serkirdayetiya Pêşmerge neba, Hêzên Iraqî nedikarîn serkeftinan li Mûsilê bidest bixin ku niha 'Ebadî şanaziyê pê dike. Herweha cîhê matmayinê ye ku 'Ebadî êrîşên serbazî yên 16 Cotmehê bi piştgîrî û beşdariya Heşda Şe'bî dijî îradeya xelkê Kurdistanê ku welatiyên Iraqê ne, li Kerkûk, Xûrmatû û navçeyên din bi serkeftin bizan e û hevawayê serkeftina bi ser teroristan ve binav bike.

Ragihandina Serokatiya Parlamentoyê diyar dike, em li Serokatiya Parlamentoyê wê daxûyaniya birêz Heyder 'Ebadî bi daxûyanîyek neberpirs û şaşiyeka mezin dizanîn. Jiber ku dûr ji nirx û prensîpên welatîbûnê û dijî maddeyê 9an ji Destûra Iraqê, ku rê nade tû karên serbazî dijî welatiyên Iraqê werin encamdan, û ev jî binpêkirinek eşkere ya Destûra Iraqê ye ku, ji binpêkirinên Bexdayê yên Destûrî zêdetir bûn e, ku ev binpêkirin û dinav wan de binpêkirina maddeya 140an ji Destûra Iraqê ku bûne gef bo parçebûna Iraqê û teroristan jî sûd ji wê şaştiyê dît, jenosîd û tawan encamdan.

Li dawiyê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji 'Ebadî dixwaze ku, deriyê danûstandin û gotûbêjan li hember Kurdistanê negre û berjewendiyên siyasî biser berjewendiyên welatiyên Iraqê û Destûrê nexe, ku tenê welatiyên Iraqê zerarê jê dibînin.