Farûq Şere'i serperiştiya kongirê Sochi yê diyaloga niştimanî Sûrê dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya Elheyat ji hin jêderên opozisyona Sûriyê veguhestiye, ku piştî razîbûneke Îranî-Tirkî, dibe ku Cîgirê berê yê serokê Sûriyê Farûq El-Şere'i serperiştiya konigrê Sochi bike ku Rûsya dixwaze di navbera Sûriyan de lidar bixe.
Herweha hat belavkirin, ku ev pêşinyar ji aliyê herdu endamên opozisyonê ve Xalid El-Mihamdî û Heysem El-Mena'i ve hatibû pêşkêşkirin.
Opozisyona Sûrî dibêje, divê Farûq El-Şere'i di qonaxa veguhêz de serokatiya Sûriyê bike ji ber ku destê wî di kuştina Sûriyan de nebû.
Farûq El-Şere'i di destpêka kirîza Sûryê de li sala 2011an di civînekê de gotibû, Sûrya amade ye bibe dewleteke pir alî û demokrat û behsa egera guhertina destûra Sûriyê kiribû ku di encamê de rêjîma Sûriyê desthelata wî kêm kir û gellekî bi kêmî dihat dîtin.