Petraeus: Îran ji bo berjewendiyên xwe Iraqê dike wekî Libnanê

Serokê berê yê CIA herweha destnîşankir: “Niha rewş aloztir bûye. Îran piştgiriyê dide hêzên milişyayî û ew li Rojhilata Navîn belav bûn e. Di çarçoweya Hîlal-î Şîa de Îran dixwaze Iraqê bike wekî Lubnanê”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Dezgeha Hewalgirî ya Amerikayê (CIA) David Petraeus diyarkir ku, Îran hewl dide ji bo berjewendiyên xwe Iraqê dike Libnan.

David Petraeus liser siyasetên Îranê li Rojhilata Navîn axifî û anî ziman ku, Amerika û hevkarên xwe dive her hewlê bidin ji bo ku grûbên terrorist li deverê ji hole rakin.

Serokê berê yê CIA herweha destnîşankir: “Niha rewş aloztir bûye. Îran piştgiriyê dide hêzên milişyayî û ew li Rojhilata Navîn belav bûn e. Di çarçoweya Hîlal-î Şîa de Îran dixwaze Iraqê bike wekî Libnanê”.