Şêwirmendê Xamineyî: Şerê Sûrya û Iraq û cudabûna Kurdistan pîlana Rojava ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê rêberê Îran ji bo karûbarên navdewletî Elî Ekber Wîlayetî ragihand: "Pêgeha Îran wek hêza yekem ya navçeyê roj biroj bihêztir dibe û bûyerên Iraq û Sûrya û serxwebûna Kurdistanê pîlana welatên rojava ye ji bo lawazkirina welatên Islamî".
Elî Ekber Wîlayetî ji ajansa Tesnîm ya Îranî re got: "Welatên rojava pirojeya dabeşkirina navçeyê danîne daku hemû welatên navçeyê bi agirê şer bişewitînin û sînorên xwe jî bigehînin meydana nakokiyan, ji bo ew welat lawaz bibin û di dawiyê de welatên rojava xwe bigînin Îranê ku ew armanca wan e".
Wîlayetî got jî: "Daxuyaniyên rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî ku têde gotiye, armanca bingehîn ya DAIŞê Îran e, ji ber vê yekê Îran alîkariya Sûrya û Iraqê dike û dibîne ku berevaniya Islamî di vê demê de pêwîst e. Ji ber ku heger ew alîkarî ji bo Sûrya û Iraqê nehatiba kirin, diva bû me li Şîraz û Esfehan û Taranê senger ji bo rûbrûbûna DAIŞê danî ba".