Qasim Silêmanî ji hizirkirina çekdarên DAIŞê ditirse

"Hebûna wê eqliyeta çekdarên DAIŞê, li ser rêberê bilind yê şoreşa Îranê Elî Xamineyî ferz dike, ku berdewam be di şerê wan çekdaran de heya ew "Dara pîs" ji binî ve bê rakirin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî, derbarê gotûbêjekê di navbera hejmarek çekdarên DAIŞê de, li ser xweteqandinê got: "Divê ev dara pîs ji binî ve bê rakirin".

Di gotareka cemawerî de, ku kenala Alalem ya Îranî belav kiriye, Qasim Silêmanî behsa nakokiya di nav endamên DAIŞê de kir û got: "Bi riya laslikî min guhdarî diyalogekê di navbera hejmarek çekdarên DAIŞê û emîrekî wan kir, wan çekdaran bi hêrs gazin ji emîrê xwe dikir ji ber ku rê nedaye wan xwe biteqînin û li şûna wan çend çekdarên din destnîşan kiriye daku xwe biteqînin".

Silêmanî wê eqilyet û hizirkirina tundrew wek metrisîyeke mezin dibîne û dibêje: "Hebûna wê eqliyetê li cem çekdarên DAIŞê, li ser rêberê bilind yê şoreşa Îranê Elî Xamineyî ferz dike, ku berdewam be di şerê wan çekdaran de heya ew "Dara pîs" ji binî ve bê rakirin".