Iran: Projeya dijmin a Kurdistanê têk çû
K24 – Navenda Nûçeyan
Serfermandarê leşkerî yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Husên Baqirî, di axaftina xwe li Uniwersiteya Hz.Imam Husên li Tehranê, rewşa Rojhilata Navîn nirxand.
Baqirî got: “Dijmin dixwest serkeftina cîhana Islamî têk bide. Projeya Kurdistanê da pêş xwe, lê ew proje biserneket.”
Serfermandarê Îranî herweha diyarkir ku, “Welatên Rojava xwe wekî piştgirê cudabûna herêma Kurdistanê nîşandan, lê encamp diyar e. Serneketin!”