Xwepêşandanên Îranê: Li Meşhed 52 kes hatin desteserkirin

Di xwepêşandanan de dirûşmên dijî siyaseta Îranê li Rojhilata Navîn, destwerdanên li Suriye, Filistîn, Yemen û Lubnanê hatin avêtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên li Komara Islamî ya Îranê hemberî rewşa aborî, ji çarçoveya xwe ya girêdayî pirsên aborî derketin û naverokek siyasî jî wergirtin.

Di xwepêşandanan de dirûşmên dijî siyaseta Îranê li Rojhilata Navîn, destwerdanên li Suriye, Filistîn, Yemen û Lubnanê hatin avêtin. Herweha dirûşmên “Mirin ji Diktatoran re”, “Mirin ji Rûhanî re” jî hatin avêtin.

Xwepêşandan li Îranê berfereh dibin û îro gihiştin deverên Rojhilatê Kurdistanê jî. Xwepêşandanek mezin li Kirmaşanê lidar ket.

Hêzên ewleyî yên Îranê, tenê li Meşhed 52 kes desteser kirin, liser desteserkirinên xwepêşandaran li bajarên din tu agahdarî nehatine belavkirin.