Amerîka piştevaniya xwepêşandanên Îranê dike

Li hin bajaran jî diruşma "Mirin ji Rûhanî û Rêberê Komarê re" ji aliyê xwepêşanderan ve hat bilindkirin û Elî Xamineyî wek dîktator hat binavkirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Amerîka piştevaniya welatê xwe ji xwepêşandanên Îranê re, li dijî hikûmeta wî welatî ragihand û girtina xwepêşanderan şermezar kir.

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatên cîhanê kir ku eşkere piştevaniya daxwazên xelkê Îranê bikin û got: "Rêberên Îranê welatê xwe lawaz kirine, berhema tek ya Îranê jî, şer û tundî û nearamî ye".

Heather Nauert piştevaniya temam ya welatê xwe ji xwepêşanderan re li dijî hikûmeta Îranê ragihand û got: "Tenê xelkê Îranê ji siyasetên hikûmeta Îranê ziyanê dibînin".

Ev çend roj in xwepêşandan li hejmarek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî hikûmeta Îran destpê kirine, li hin bajaran jî diruşma "Mirin ji Rûhanî û Rêberê Komarê re" ji aliyê xwepêşanderan ve hat bilindkirin, xwepêşanderan Elî xamineyî wek dîktator binav kirin, herweha destwerdanên Îranê di welatên Erebî de şermezar kirin.