Xwepêşandanên dijî hikûmata Îranê gihiştin Taranê û jimara kuştî û birîndaran zêde bûye
K24 - Navenda Nûçeyan
Xwepêşandan li piranya bajarên Îranê berdewam in û ji bo yekem car jî li paytexta wî welatî jî xwepêşandan derketin, xwepêşanderan li Taranê daxwaza guhertina desthelatê kirin û li gellek cihan êrîşî avahiyên hikûmî kirin, lê hêzên ewlehiyê bi tundî berisva wan dan. Biryar e îro jî li şêst û sê bajar û bajarokên Îranê xwepêşandan derkevin.
Jêderên di nva xwepêşandanan de ragihandin, ku bi sedema teqeya hêzên îranê hejmarek kes li bajarên wî welatî hatine kuştin, lê li gorî amarên fermî yên Hikûmeta Îranê tenê navên 5 kuştiyan hatiye.
Li gorî zanyariyan ew 5 kesên ku hatine kuştin xelkê bajarê Xurem Awa yê rojhilatê Kurdistanê ne, ji bilî wan hin aliyên ne fermî didin xuyakirin ku bêtirî deh kesan li bajarên din yên Îranê hatine kuştin û gellek kesên din jî birîndar bûne.