Li Îranê 18 kes kuştî û birîndar hene û bêtirî 300 kesan hatine girtin

Li çend bajarên Îranê, xelkê êrîşî navendên ser bi rêxistiya Pesîc û Supaya Pasdaran kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Xwepêşandan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in, şevê din jî xelkên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derketin kolanan û siloganên tund li dijî desthilatdarên Îranê bilind kirin.

Li çend bajarên Îranê, xelkê êrîşî navendên ser bi rêxistiya Pesîc û Supaya Pasdaran kirin.

Hêzên ewlehya Îranê jî tundî bersiva xwepêşanderan da, li gorî zanyariyan heya niha hejmata kuştî û birîndaran gihiştiye 18 kesan û bêtirî 300 kesên din hatine girtin.