Trump: Niha li Îranê dema guhartinê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgîriya xwe ji xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê nîşan da, ku ji 5 rojan ve li piraniya bajarên mezin ên wî welatî dibin û got, niha dema guhartina li wî welatî ye.
Ev daxuyaniya Donald Trump di twîtekê de hatin ku li hejmara xwe ya taybet ya tûra civakî Twitterê nivîsî: “Tevî ew girêbesta mezin ya ku Îranê ligel serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama îmze kiribû, lê ew welat li ser hemû astan şikestinê tîne.”
Herwiha Trump nivîsiye: “Gelê Îranê yê birêz bi dirêjahiya çendîn salan li ser destê desthilatdarên wî welatî rastî komkujiyê hatine, gelê Îranê gelekî tiyê xwarin û azadiyê ye, tevî nebûna mafê mirov, herwiha samanên xelkê jî diziye.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi nivîsîna “Niha dema guhartinê ye” twîta xwe bidawî aniye.
Ji heyama 5 rojan ve, xwepêşandan li dijî gendelî, bêkarî û giraniya nirxan li piraniya bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dibin û tê de daxwaza mirinê ji Rêberê Komara Îslamî û Serokomarê Îranê re tê kirin û destêwerdana Îranê di welatên navçê de tê şermezarkirin.