Rûsya: Destwerdanê beramberî Îranê napejirînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku, hêvîdar in bûyerên li Îranê rû didin nebin egera rijandina xwînê û tadeyê. Herweha di daxûyaniyana xwe de diyarkir ku, destwerdanê beramberî Îranê napejirînin.
Wezareta derve ya Rûsyayê destnîşankir: “Xwepêşandanên li Îranê, karê navxweyî ye û tu alî nabe destwerdanê bike”.
Xwepêşandanê li Îranê bi berferehî dom dikin û heta niha bi sedan kes hatine girtin, 12 kesan jiyana xwe jidest da ye û bi sedan jî brîndar hene.
Rûsya wekî welatek hevkar û hevpeymanê Îranê tê naskirin.