Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, gefa bi darvekirinê li xwepêşanderan kir

Serokê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê Mûsa Gezanferî Abadî, ew kesên piştî sê rojan beşdarî di xwepêşandanan de kiri, wekî “şerkirin li dijî Xwedê” tometbar kir û gefa sizaya bi darvekirinê li wan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê Mûsa Gezanferî Abadî, ew kesên piştî sê rojan beşdarî di xwepêşandanan de kiri, wekî “şerkirin li dijî Xwedê” tometbar kir û gefa sizaya bi darvekirinê li wan kir.

Ligor Serokê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê xwepêşandan niha wekî “mafê welatîbûnê” nikare were nirxandin, jiber ku “Ew ketine çalakiyên muharebê ango şer li dijî Xwedê kirin!, li Îranê sizayê vê yekê bi darvekirin e”.

Xwepêşandan li Îranê bi berferehî domdar in, di rojên dawî de hêzên ewleyiyê bi tundî bersîva xwepêşandaran didin û hejmara kuştiyan wekî ku bi zarê fermî hatiye ragihandin 24 kes in, bi sedan brîndar û bi hezaran jî hatine girtin.