FOX News: belgeya civîna rêberên olî û desthilata Îranê kete destê me

Telewizyona Fox ragihand ku, belgeya civîna Rêberê Olî yê Îranê Hamaney ligel berpirsên din ên olî û desthilatî yên Îranê re ketiye destê wan de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Telewizyona Fox ragihand ku, belgeya civîna Rêberê Olî yê Îranê Hamaney ligel berpirsên din ên olî û desthilatî yên Îranê re ketiye destê wan de.

Ligor belgeyê civîn di 31ê meha Berîile de pêkhatiye û Fox ew ji zimanê farisî wergerandiye ingilîzî.

Ligor axaftinên di civînê de, rêberên olî dilgiraniya xwe ji xwepêşandanan anîne ziman û diyar kirin e ku, xwepêşandanan rewşa aborî ya Îranê aloztir kiriye û heman demê ewleyiya desthilatê jî xistiye metirsiyê de.

Di civînê de rêberên olî û desthilatî destnîşan kirin e ku: “Desthilat û rêberên olî dive rê li ber zêdetir alozbûna rewşê bigrin. Xwedê alîkarê me be! Ev rewşek gelek aloz e û ji yên berê cudatir e”.