Dengoya ku: Hamaney malbata xwe rêkiriye Tirkiyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Pîsporê Rusyayê yê naskirî di babetên Rojhilata Navîn de Aleksander Shumilin, di gotara xwe ya di malpera Echo Msk de, bi berferehî serîhildana li Îranê nirxand û da xuyakirin ku, ligor agahdariyên wî yên nêzîkî desthilata Îranê, Rêberê olî yê Komara Islamî Elî Hamaney ji tirsa malbata xwe rêkiriye Tirkiyê.
Di gotara xwe Aleksander Shumilin dinivîse ku: Li Iranê xelk xwe bi çek jî kiriye, ji siyaseta desthilatê gelek dilgiran e û destpkiriye bavêje ser navendên hêzên ewleyî yên Îranê. Rêberên Îranê welatên derve tometbar dikin, lê rewş gelek dişibe Şoreşa Suriyê ya 2011an destpêkirî”…