Taran Supaya Pasdaran dişîne 3 parêzgehan da rê li xwepêşanderan bigire
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî hefteyekê ji xwepêşandanan li Îranê, ji bo yekemcar hikûmeta wî welatî, Supaya Pasdaran ji bo kontrolkirina xwepêşanderan erkdar kir.
Şarezayên serbazî û karûbarên Îranê dibêjin, ne ji bo her karî Supaya Pasdaran tê erkdarkirin û bi gotina hin çavdêran: "Tenê dema ku rewş gellekî xirab dibe Taran Supaya Pasdaran bikar tine".
Niha xwepêşandan li 66 bajarên Îranê berdewam in û li gorî amarên ne fermî heya niha 24 kesan canê xwe jidest dane û bi sedan kesên din jî birîndar bûne û bêtirî hezar kesên din jî hatine girtin.