Îran Heşda Şeibî û girûpa Fatimyûn ji bo rawestandina xwepêşandanan erkdar dike

Ew çekdarana li ser ferman û daxwaza Hikûmeta Îranê li navçeyên Ehwaz û bajarê Ebedan û çendîn bajarên din hatine belavkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî rojnameya Al-Arebiye, Hikûmeta Taranê hejmarek çekdarên milîsên Heşda Şeibî û girûpa Fatimiyûn ku taybet e bi çekdarên Efxanî yên şî'e, aniye nav Îranê, daku rastî xwepêşanderan bên.

Çend jêderekî ji bajarê Ehwaz li başûrê Rojavayê Îran ji Al-Arebiye re ragihandine, ew çekdarana li ser ferman û daxwaza Hikûmeta Îranê li navçeyên Ehwaz û bajarê Ebedan û çendîn bajarên din hatine belavkirin.

Ji aliyekî din ve, tora medyayî Amed News ya ser bi opozisyona Îranî ve, belav kiriye, ku Supaya Pasdaran bi hezaran milîsên ser bi Supaya Fatimiyûn ya Efxanî ve, ku niha ew girûp li Sûryê şer dike û fermanên xwe ji Taranê werdigire, Pasdaran ew anîne nav Îranê û bi taybet li nav bajarê "Xumeynî Şehir" yê ser bi parêzgeha Esfehanê ve belav kirine, daku xwepêşandanên li dijî Hikûmeta Îranê rawestînin.

Herweha rojnameya navhatî belav kiriye, çalakvanên Ehwaz banga wê yekê dikin ku, her şev li derdora wî bajarî xwepêşandanên cemawerî bên sazkirin.