Baydemîr: Ji bo Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî statû Tirkiyê Efrînê dagir dike

Baydemîr: Armanca vê operasyonê ne tenê dijminatiya Kurdan e, lê Serokê Tirkiyê ji bo berjewndiyên xwe yên siyasî êrîşî Efrînê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê HDPê Osman Baydemîr îro li Perlemantoya Tirkiyê, derbarê êrîşên arteşa wî welatî li ser Efrînê, kongirekî rojnamevanî lidarxist û nerazîbûneke tund nîşan da.

Parlementerê HDPê diyar kir ku şerê navxwe yê Sûryê 6 sal berdewam kir lê li Efrînê şer û alozî çênebûn, lê Hikûmeta Tirkiyê şer bir nav Efrînê.

Bi goina Baydemîr armanca vê operasyonê ne tenê dijminatiya Kurdan e, lê Serokê Tirkiyê ji bo berjewndiyên xwe yên siyasî êrîşî Efrînê dike û Erdogan bi vê operasyonê amadekariya hilbijartinên 2018an dike.