Rêveberiya Xweser li Efrîn daxwaz Sûriyê dike, sînorê xwe bi Tirkiyê re biparêze

Rêveberiya Xweser li Efrîn daxwaz ji hikumeta Sûriyê dike, sînorê xwe bi Tirkiyê re biparêze.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Rêveberiya Xweser li 'Efrîn daxwaz ji hikumeta Sûriyê dike, sînorê xwe bi Tirkiyê re biparêze.

Rêveberiya Xweser li 'Efrînê di daxûyaniyekî de ragihandiye, ku ev serê 6 salan e Yekîneyên Parastina Gel navçeya 'Efrînê ji êrîşên dewleta Tirkiyê û DAIŞê diparêzin. Kar ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û dezgehên wê yên niştîmanî kiriye. Ji ber vê yekê jî, niha û di gel destpêkirina Operasyonan li dijî 'Efrînê, daxwaz ji hikumeta Sûriyê dikin ku, bi erkê xwe derbarê 'Efrînê de rabe, û sînorê xwe yê di gel Tirkiyê biparêze. Heta niha û tevî ku ragihandibû, ew dê 'Efrîn biparêze, û hêzên xwe li sînorê 'Efrîn belavkiriye, lê hîn jî, bi erkê xwe ne rabûye.