Wezareta Berevaniya Amêrîkayê: Em ji bakurê Sûriyê venakişin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniya Amêrîkayê îro belav kiriye ku, ew hêzên xwe ji bakurê Sûriyê venakişînin, tevî ku Tirkiyê Operasyona xwe li herêma 'Efrînê berdewam dike.
Wezareta Berevaniyê di daxuyaniya xwe de got, ew li ser biryara rahênankirina hêzên Kurdî venager in, û amaje bi giringiya rola Kurdan di şerê dijî DAIŞê de kir. Herwiha got, ji bo ku dubare DAIŞê çalakiyên xwe neke, ew hêz gerantî ye.