Tirkiyê ne şerê partiyekê dike, şerê miletê Kurd dike

Mihemed Îsmaîl:

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ne şerê li dijî terorê yan partiyekê dike, Tirkiyê şerê miletê Kurd dike.

Berpirsê Rêvebir ê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl beşdarî bernama “Basî Roj” a K24ê bû û êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ne şerê li dijî terorê yan partiyekê dike, Tirkiyê şerê miletê Kurd dike, ku yek pêkhateyên bingehîn ên Sûriyê ye.

Mihemed Îsmaîl got jî, heger ji Tirkiyê bê, dê hewla dagîrkirina Başûr û Rojhilata Kurdistanê bike û heger hêlîneke Kurdî li kû derê çê bibe, dê dijayatiya wê bike.

Derbarê helwesta ENKSê ji êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê de Mihemed Îsmaîl ragihand, ENKS xwedî projeyeke netewî ya Kurdî ye û li ser vê hizrê kar dike, ji ber wê ENKSê biryar daye hemû xwecihiyên xwe ku xwepêşandanan bikin û ji raya giştî û cîhanî re diyar bikin ku Efrîn beşek e ji neteweya Kurd e û xelkê wê sivîl in û divê bê parastin.

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê tekezî li ser yekrêziya Kurd kir û diyar kir, heger Kurd di vê qonaxa hestiyar de ne yekêz bin, hemû aliyên nijadperest li dijî wan in. Hêzek bi tena xwe jî nikare berevaniyê di ber mafê gelekî bike. Du hêzên sereke di Rojavayê Kurdistanê de hene ENKS û TEV-DEMê ne û destê ENKSê ji bo yekrêziyê dirêjkirî ye.

Mihemed Îsmaîl tekezî li ser daxuyaniya endamê desteya rêvebir ya PKKê Murad Karayilan kir ku bang li Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kir û daxwaz kir, heger TEV-DEM neçe Sochi, divê ENKS jî neçe. TEVDEM û ENKS yan divê bi hev re beşdar bibin, yan jî bi hev re beşdar nebin. Nabe aliyekî Kurdî bi tenê biçe Sochi û aliyê din neçe. Mihemed Îsmaîl got jî, spasiya birêz Karayilan dikim ku vê mijarê di nava TEV-DEM û PYDê de berz bike, ku karibin li siyaseta xwe yekalî vegerin neyin kirin, çi di warê leşkerî yan di warê siyasî de be. Divê ku lêvegereke me ya siyasî û rêveberiyeke hevbeş hebe.

Herwiha got: "Me ji aliyê xwe ve gelek destpêşxerî kirine, her dawî jî me di daxuyaniya xwe de jî gotiye ku rêkeftina Dihokê bingeheke baş e ji ENKS û PYDê / TEV-DEMê heger kar were bê kirin."

Li ser beşdarî yan nebeşdariya di kongreyê Sochiyê de diyar kir, ta niha ew kongre ji aliyê hêzên Sûrî û navdewletî ve ne diyar e. Me berê jî gotiye, emê binêrin heger naverok, aliyên ji bo wê hatine vexwandin û lîsteya karê wê hat diyarkirin û xizmeta miletê me tê de hebe, emê beşdar bin. Lê li gor belgeya ku hatiye aşkerekirin, tiştekî ku handanê bike ku em tê de beşbar bin tune ye.

Debarê piştgîriya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) ji êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de, Mihemed Îsmaîl got: "Em ne beşdar in di hêza leşkerî û hikûmeta demkî ya Îtîlaf de. Em  xwedî helwestekê ne û me xwastiye çareseriya doza Kurdî bikeve bernama Îtîlaf de û me doza Kurdî gihandiye ser masa guftûgoyê. Herwiha me di daxuyaniya xwe de helwest Îtîlaf red kir."

Li ser vekişandin yan berdewamiya ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de, Mihemed Îsmaîl got: "Heta niha me nedîtiye ku ku vekişandina ji Îtîlaf ve, dê di berjewendiya gelê Kurd de be. Îro li Viennayê û duh li Cenêvê hemû alî civiyan ji bo birêk bikevin û hêzeke opozîsyonê li hember rêjîma Sûriyê çê bibe, ku mafê miletetê Kurd tê de be. Dûrketina ji Îtîlaf niha zerera gelê me tê de ye."

Li ser rewşa Efrînê û beşdariya ENKSê di berevaniya di ber wê de, Mihemed Îsmaîl got: "Hêza me ya leşkerî li Efrînê nîn e, ku em bibêjin em berevaniyê dikin, lê ji encama xebat û karê me ya bi dirêjahiya dehan salan li Efrînê, em xwedî cemawereke berfereh in û helwesta me piştgîriya li gelê me ye."

Herwiha got: "Heger PYD rê daba rêkeftin heba xortên me tevlî hêzên leşkerî bana, me dikarî berevaniya leşkerî bikira. Me nekarî hêza Pêşmergeyên Roj yên li Kurdistan Iraqê dimînin derbasî hundir bikira, ku bi erkên xwe yên niştimanî rabin û berevaniyê bikin."

Got jî: "Em hez dikin ku TEV-DEM gavinan bavêje. Lê ji aliyekî din ve, ta niha endam û serkirdên me li Efrînê di zîndanan de ne, ofîsên me li seranserî Kurdistana Sûriyê girtî ne û karê siyasî jî qedexe kiriye. TEV-DEM tenê bibêje werin alîkariya me bikin û ez tenê siyasetê bikim û her tişt di destê min de be, tabî ev nakeve xizmeta gelê me."