Kurdistan24 derbasî Cindirêsê bû.. Wêraniya bajêr û rewşa xelkê bibîne

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser navçeya Cindirêsa Efrînê ji hefteyekê ve gelekî bi tundî ji aliyê firokeyan vet ê bombebarankirin û zêdetir ji nîvê bajêr wêran bûye. Herwiha welatiyên ku di nava Cindirêsê de mane, di jêrzemînan de xwe diparêzin, ligel kêmbûna pêwîstiyên sereke yên jiyanê.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê Efrînê ve, Cindirêsa gelekî bi tundî ji aliyê firokeyan ve tê bombebarankirin û zêdetir ji nîvê bajêr wêran bûye.  Herwiha welatiyên ku di nava Cindirêsê de mane, di jêrzemînan de xwe diparêzin, ligel kêmbûna pêwîstiyên sereke yên jiyanê.

Şervaneke Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) li nava Cindirêsê ji K24ê re wiha axivî: “Şervanên me niha li eniya pêşiyê ya şer in û li hember tank û firokeyên artêşa Tirkiyê berxwe didin. Şervanên me niha li gundê Hemamê ne, ligel ku firoke her dem li esman digerin lê nikarin bipêş bikevin.”

Rêjeyeke mezin ji bajarokê Cindirêsê hatiye rûxandin û welatiyên wê jê koçber bûne, beşê maye jî bê cih û war mane û di jêrzemînan de dimînin û xwe ji êrîşên artêşa Tirkiyê diparêzin.

Welatiyekî Cindirêsê ji K24ê re got: “Ji bo em xwe ji top û firokeyan biparêzin em daketin vê jêrzemînê. Em hemû sivîl in, ti şervan di nava me de nîn e. rojê zêdetir ji 100 topî li vê derê dikeve.”

Li gor zanyariyên şanderê Kurdistan24ê ji bo Efrînê Ekrem Salih, ji piştî tîma rojnamevanî ya Kurdistan24ê ji bajarokê Cindirêse derket, malbateke Kurd ji aliyê firokeyan ve hat bombebarankirin, di encamê de destê mêr û her du lingên jinê qut bûn.