Tirkiye karwaneke leşkerî ya nû dişîne sînor Efrînê

Hat ragihandin karwaneke leşkerî ya nû ku ji 15 zirxan pêk hatiye di çarçoveya operasyona leşkerî ya li dijî Efrîn de gihişt bajarê Kilîsê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin karwaneke leşkerî ya nû ku ji 15  zirxan pêk hatiye di çarçoveya operasyona leşkerî ya li dijî Efrîn de gihişt bajarê Kilîsê.

li gor agehiyan, karwaneke leşkerî ku ji 15 zirxan pêk tê ji bo ku di operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê de beşdar be, gihiştiye gundê Gulbaba yê ser bi Kilîsê.

Artêşa Tirkiya di roja 12emîn ya operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê de, hîna jî zirxên leşkerî dişîne deverên sînorî yên bi Efrînê re.

Ev yek di demekê de ye, duh Peyvdara bi navê Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) Dana White ragihand, “Me ji Tirkiyê re got ku em dixwazin operasyona leşkerî sînordar be.”

Dana White tekez kir, Amerîka berdewam kar li ser wê yekê dike, ku girîngî û bayixdan bi şerê DAIŞê û şikandina wê ya yekcarî li Sûriyê be.”