31 sal bi ser koça dawî ya endezyarê aştiyê re derbas dibe

Dema di nava rûpelên dîrokî digerin û li ser kesayetiyên xwedî bandor û bihêz ên Kurd tê axaftin, divê navê Îdrîs Barzanî hebe. heval û hevserngerên Îdrîs Barzanî, wî bi endezyarê hewlên yekrêziya gelê Kurd binav dikin, ku kar li ser yekxistina navmala Kurdî kiriye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9462134f-0959-48d1-a819-91821d908b42/012918MCE.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Dema di nava rûpelên dîrokî digerin û li ser kesayetiyên xwedî bandor û bihêz ên Kurd tê axaftin, divê navê Îdrîs Barzanî hebe. heval û hevserngerên Îdrîs Barzanî, wî bi endezyarê hewlên yekrêziya gelê Kurd binav dikin, ku kar li ser yekxistina navmala Kurdî kiriye.

Dawî roja meha Çile di her salekê ji rojnameya Pêşmergeyên Kurdistanê û xebata rizgarîxwaza xelkê Kurdistanê de, salvegera koça dawî ya Pêşmerge û Têkûşer Îdrîs Mistefa Barzanî ye.

Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî
Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî

Îdrîs Barzanî di Adara 1944an de li navçeya Barzanî di hembêza malbatekê de jidayik bû, ku çavkaniya dîroka Kurdistanê amaje pê tê kirin, “Ji destpêka sedsala 20emîn de bûbû mala mezin ya Kurdeyatiyê û simbola neteweyî û rûgeha têkoşerên Kurd.”

Îdrîs Barzanî temenê wî gihêşt du saliyê, bavê wî Mistefa Barzanî bi mebesta piştevaniyê li Komara Kurdistanê li Mehabadê berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê.

Îdrîs Barzanî ligel hevsengerên xwe di serdema şoreşa Gulanê de
Îdrîs Barzanî ligel hevsengerên xwe di serdema şoreşa Gulanê de

Di temenê 6 saliyê de Idrîs Barzanî li bajarê Kerbelayê bo yekem car çû ber xwendinê û heta rûxandina desthilata Padşahiyê li Iraqê û hatina Komariyê bi rêbertiya Ebdulkerîm Qasim di sala 1958an de, Îdrîs Barzanî bavê xwe nedît, lê di wê sale de Mistefa Barzanî û hevalên xwe ji Sovyêtê vegeriyan û piştî demeke dirêj ji dûrbûnê malbata wî pê şa bûn.

Li gor nivîsên PartiyaDemokrata Kurdistanê, piştî vegera Mistefa Barzanî ji Sovyêtê û serîhildana şoreşa Îlonê di sala 1961an de, Îdrîs Barzanî ji Pêşmergeyên yekem bû ku pêwendî bi rêza şoreşê kir û çek hilgirt û mil bi milê Pêşmergeyan beşdarî di destanên serkeftinên şoreşê de kir.

Îdrîs Barzanî di şoreşê de çendîn serkeftinên mezin tomar kirin, ku di destana Çiyayê Hindirîn de di meha Gulana 1966an de encam da û tê de hêza Pêşmerge karî li hember firqe û lîwayên artêşa Iraqê serkeftinên mezin bidest bixe.

Piştî 9 salan ji Pêşmergayetiyê û beşdarbûna di şoreşa Îlonê de, di meha Hizêrana 1970î de di kongreya 8emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê de, bo yekem car Îdrîs Barzanî bû endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Îdrîs Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaza netewî de bi endezyarê lihevhatina niştimanî hate binavkirin û di heman demê di neydana siyasî ya Iraqî de wek kesayetiyekî diyar û bi bandor tê hejmartin.

Roja 31ê Çileya 1987ê, li gundê Sîlwana ya ser bi bajarê Urmiyê, Îdrîs Barzanî koça dawî kir û li goristana Şino li tenişt bavê xwe Mele Mistefa hate veşartin. Piştî raperîna 1991ê, li ser daxwaza serkirdetiya PDKê termê Mele Mistefa û Îdrîs Barzanî veguhestine Başûrê Kurdistanê û li gundê Barzanê spartine axê.