2 mûşk li nava Efrînê ketin: 12 birîndar
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê Eniya El-Nusrayê navenda bajarê Efrînê bi 2 mûşekan armanc kir, 12 sivîl birîndar bûn.
Navenda Ragihandina HSDê ragihand, 2 mûşekên artêşa Tirkiyê û Eniya El-Nusrayê li navenda bajarê Efrînê ketin, di encamê de 12 kesên sivîl birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Avrînê hatin veguhastin.
Li gor zanyariyên K24ê, mûşkek li taxa Eşrefiyê ketiye û yan din jî li ser riya Raco li nêzîkî mizgefta Şêx Şewax ket.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê îro di roja 12emîn de berdewam e, Firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê ji danê sibê ve bi tundî çiyayê Gir û çiyayê Qestelê bombebaran dike.