Tirkiye: Operasyona Efrînê girêdayî Efrînê ye û ji ya Minbic cuda ye

Bekir Bozdag: Em bi ti awayî rê nadin li ser sînorên Tikriyê dewleteke PKKê ava bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag ji televizyoneke Tirkî re ragihand, ku heya niha wan negotiye ewê piştî operasyona Efrînê rawestin. Lê operasyona Efrînê tenê bi Herêma Efrînê re sînordarkirî ye û operasyona Minbic û rojhilatê Firatê operasyonên cuda ne. 

Bekir Bozdag tekez kir, ku ew bi ti awayî rê nadin li ser sînorên Tikriyê dewleteke PKKê ava bibe.

Herweha Bozdag diyar kir, ku ew naxwazin li navçeyê rastî serbazên Amerîka bên. Divê Amerîka jî serbazên xwe hişyar bike û nehêle ku hêzên herdu welatan li Sûryê rastî hev bên.