Nexweşxqaneya Avrîn: 47 şehîd 76 birîndar gihiştin nexweşxaneya me

Nexweşxaneya Avrîn ya li bajarê Efrînê amarên qurbaniyên êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê yên tenê gihêştine wê nexweşxaneyê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nexweşxaneya Avrîn ya li bajarê Efrînê amarên qurbaniyên êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê yên tenê gihêştine wê nexweşxaneyê belav kir.

Endamê rêvebiriya nexweşxaneya Avrînê Dr. Ciwan Mihemed di konferanseke Rojnamevanî de qurbaniyên ku tenê gihêştine wê nexweşxaneyê aşker kir ku 47 sivîl şehîd 76 birîndar in.

Dr. Ciwan Mihemed da zanîn, hejmara birîndaran roj bi roj zêde dibe, ên birînên wan sivik in ber bi ber ji nexweşxaneyê derdikevin û niha 76 birîndar li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ne, ji nava 17 zarok in, 14 jin in û 45 mêr in.

Dr. Ciwan Mihemed amaje bi wê yekê kir, piraniya birîndarên digihin nexweşxaneyê rewşa wan ne metirsîdar in, ku hin birîndaran dest yay an lingê wan hatine qutkirin.

Ji aliyê xwe ve roja 29ê vê mehê, Rêvebirê Nexweşxaneya Avrînê Dr.Xelîl Sebrî derbarê rewşa birîndaran de ji K24 re gotibû: “Gelek sivîl raste rast di êrîşan de şehîd dibin û laşên wan qutqutî dibin, loma xwediyên wan bêyî ku bînin nexweşxaneyan vedişêrin û hejmara wan li nexweşxaneya me nîn e.”