Li Bakurê Kurdistanê şer di nav gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de qewimî

Di encama wî şerî de, du serbazên Tirkiyê hatine kuştin

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, şer û pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de, li navçeyeke ser bi bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ve qewimî.

Li gorî zanyariyên destpêkî, di encama wî şerî de, du serbazên Tirkiyê hatine kuştin, lê derbarê ziyanên li gerîlayên PKKê û hûrkariyên çêbûna wî şerî ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev yek di demekê de ye, piştî destpêka operasyona Tirkiyê bi navê "Şaxê Zeytûnê" li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ev yekem car e şer di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de li nav axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de çêdibe.

Duh jî endamê komîteya pêwendiyên diplomasî ya KCKê Serhed Varto, ji medya PKKê re ragihand: "Beramberî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, emê destgirtî nemînin û emê çalakiyên xwe li nav Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêde bikin".