Tirkiyê hêzên bêtir dişîne sînorê Efrînê

Tirkiyê kerwanekî din ji hêzên serbazî, ku ji 15 zerîpoş û otomobêlên serbazî pêkhatiye, li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê bicih kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyan, Tirkiyê kerwanekî din ji hêzên serbazî, ku ji 15 zerîpoş û otomobêlên serbazî pêkhatiye, bi mebesta beşdarîkirina wan di operasyona li dijî Yekîneyên Parastina Gel YPG li bajarê Efrînê, şandiye sînorê bajarê Kilis yê Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî zanyariyên bi dest Kurdistan24ê ketine, ew kerwanê serbazî ji gundê Gulbaba yê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê, hatiye bicihkirin û di demên bê de, wê beşdariyê di operasyona (Şaxê Zeytûnê) de bike.

Operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, ket roja xwe ya 12emîn de û rojane hêzên mirovî û locîstî serbazî ji bo navçeyên sînorî tên şandin.

Ev yek di demekê de ye, duh peyvdarê wezareta berevaniya berevaniya Amerîka ragihand, ku wan ji Tirkiyê xwestiye, operasyona serbazî li Efrînê sînordar bike.

Herweha tekez kir, ku Amerîka bi awayekî berdewam kar li ser giringîdan bi şerê li dijî DAIŞê dike.