HSD amara 7 rojan a êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê radigihîne

HSDê amara şerê 7 rojan ê êrîşa artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê ragihand û aşkere kir, artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê be, nekerîn ti pêşketineke berçav bidest bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amara şerê 7 rojan ê êrîşa artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê ragihand û aşkere kir, artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê be, nekerîn ti pêşketineke berçav bidest bixe.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro di daxuyaniyekê de amara operasyonê ji roja 26ê Çile û ta 1 Sibatê ragihand û da zanîn, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve nûtirîn çekên leşkerî di dagîrkirina xwe de li dijî gelê me bikar tîne, ji bombebarankirina esmanî û topbarankirina berdewam, armanckirina gund û taxên sivîlan, lê nekerîn ti pêşketineke berçav bidest bixe.

Di daxuyaniya HSDê de hat, artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve, li hemû eniyên şer ên Efrîn û gundan bi (1893) topên curbicur aramnc kir.

Firokeyên şer ên Tirkiyê (460) lêdan li dijî cihên niştecihbûnê û çeperên şer bombebaran kirin. Firokeyên Helîkopter ên ji cura Kopra (15) caran cihên sivîlan û eniyên şer bombebaran kirin.

Daxuyaniya HSDê aşkere kir jî, hovîtiya artêşa Tirkiyê û rêxistina Qaidê hişt ku heta çekên qedexekirî ji Napalm û bombeyên goşeyî (Cluster Munitions) bikar bîne û mizgeft û dibistan jî ji hovîtiya wan bêpar neman.

HSDê aşkere kir jî, hêzên wan (250) carî bi awayekî rasterast rûbirûyî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve bûne.

Da zanîn jî,  (473) ji leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar hatine kuştin. Tekez kiriye jî (32) termên leşkerên artêşa Tirkiyê û çekdaran li eniyên şer in, ew nikarin termên xwe jî bibin.

HSDê aşkere kir, hêzên wan firokeyeke çavdêriyê, (25) wesait, zirîpoş û tank şikandine. Herwiha zirar gihandine (11) zirîpoşên din.

HSDê amaje bi wê jî kir, di şer û pevçûnan de (34) şervanên wan şehîd bûne. Herwiha (30) welatiyên sivîl şehîd bûne û bi dehan birîndar bûne, ku di nava wan zarok û jin hene.

Diyar kir jî, şervanekî HSDê bi birîndarî dîl ketiye destê artêşa Tirkiyê. Herwiha grûpên çekdar jî 6 welatiyên sivîl jî revandine.

Ji roja 20ê Çileya 2018an ve, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li Efrînê dest bi operasyona bi navê (Şaxê Zeytûnê) kirine. Îro jî di roja 13emîn de, bi tundî herêma Efrînê bombebaran dike.