Salih Mislim: Heger şerê DAIŞê nekin, DAIŞ dê dîsa vegere

Endamê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk di (TEVDEM) de Salih Muslim ragihand, heger ew dest ji şerê li dijî DAIŞê berdin, di 6 mehan de DAIŞ dê tevahiya navçeyan dîsa kontrol bike.

K24 – Naveda Nûçeyan

Endamê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk di  (TEVDEM) de Salih Mislim ragihand, heger ew dest ji şerê li dijî DAIŞê berdin, di 6 mehan de DAIŞ dê tevahiya navçeyan dîsa  kontrol bike.

Salih Muslim di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand, ew ne ji bo Amerîka û Fransa şerê DAIŞê dikin, ew ji bo Miletê xwe û mirovahiyê şer dikin.

Tekez jî kir, heger ew dest ji şerê DAIŞê berdin, DAIŞ dê dîsan pêgeha xwe li navçeyê çê bike.

Salih Mislim Got jî, Rûsya fişar xistin li ser wan ku Efrînê radestî hikumetê bikin, lê wan ew yek red kir, ku bi gotina wî, hikumet nikare xwe biparêze.

Herwiha got, berjewendiya wan û Hevpeymaniya Navdewletî niha yek e, ew jî şerê li dijî DAIŞê ye. Ji ber vê yekê jî pêwîst bû, Amerîka û Fransa li dijî kiryarên Tirkiyê rawestibana.

Ev daxuyaniya Salih Mislim piştî wê yekê te, artêşa Tirkiyê ji 20ê Çile ve êrîşî herêma Efrînê dike û niha şer û pevçûn di navbera YPG/HSD û artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve dibin, ku ev yek jî YPG û HSDê ji şerê li dijî DAIŞê mijûl dike.