NY: Piroseya aştiyê li Sûryê piştî kongirê Sochi ber bi qonaxeke giring ve diçe

Guterres: Wê şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura, li gorî encamên Sochi karên xwe berdewam bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres, di kongirekî rojnemevanî de ragihand, ku piroseya aşityê li Sûryê gihiştiye qonaxeke giring piştî lidarxistina kongirê Diyaloga Niştimanî Sûrî li Sochi.

Antonio Guterres diyar kir, ji bo pêkanîna desteyekê ji bo rastkirina destûra Sûryê, lihevtêgihiştinek heye, ku pêwîst e ji Hikûmet, opozisyonê, rêxistinên civaka sivîl û kesên serbixwe were hilbijartin.

Guterres got jî: "Di civînên Cinêvê de, yên bi serperiştiya Netewên Yekgirtî, biryar li ser rêketina Sochi û tevahiya yasayên we bê stendin û şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura jî, wê ji encamên Sochi karên xwe berdewam bike".

Di 30 meha derbasbûyî de, kongirê Sochi yê taybet bi Sûryê, li Rûsya hat lidarxistin û li ser pêkanîna desteyekê ji bo rastkirina destûra Sûryê amadebûyan lihev kirin.