Salih Mislim: Ji bo Efrînê ti hevpeymaniya me bi ti hêzê re nebû

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim ragihand, Rêveberiya Xweser a Efrînê ji bo parastina Efrînê nameyek ji hikûmeta Sûriyê şand, lê wan ti bersivên erênî nedane.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim ragihand, Rêveberiya Xweser a Efrînê ji bo parastina Efrînê nameyek ji hikûmeta Sûriyê şand, lê wan ti bersivên erênî nedane.

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim derbarê helwesta Hevpeymaniya Navdewletî li ser rewşa Efrînê ji K24ê re ragihand, ti hevpeymaniya wan ji bo Efrînê ligel ti hêzê nebû, tenê hevkariya hevpeymaniya ji bo şerê li dijî DAIŞê bû, ew jî li Reqa, Minbic û Dêrezorê bû.

Herwiha got: “Erkê parastina esmanê Sûriyê bi giştî ji erkê Rûsyayê ye. Rûsyayê jî rêkeftinên girêj di masê re bi Tirkiyê re çê kirin. Rûsyayê jî hêzên xwe vekişandin bêyî ku em agahdar bin. Rûsyayê jî glopa kesk da Tirkiyê da êrîşî Efrînê bike.”

Derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê yên çûna ta Minbicê de, Salih Mislim got: “Em ji dîrokê fêr bûn ku her kesek dikare me tenê bihêle, lewra pişta me gelê me bihêz e. Em parastinê ji kesî naxwazin, tenê heger karibin hêzên esmanî bidin aliyekî.”

Herwiha got: “Dema me li Minbic, Reqa û Kobanê şer kiriye, me ji bo xwe kiriye û em ne çeteyên ti aliyekî ne, dema hevpeymanî bi Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî re kiriye, berjewendiyên me gihiştin û hevkarî kir.”

Herwiha got, heta niha wan ti hevpeymaniyên siyasî bi hevpeymanan re îmze nekirine. Tiştê heye di navbera wan û HSDê de ye.

Li ser yekrêziya helwesta Kurdî de got: “Heger Kongreya Netewî çê biba, dibe ku Kerkûk jî neketa. Her dem pêwîstî bi yekîtiya Kurdî heye. di şerê Kobanê Kurd bûn yek, pêwîst e niha di rewşa Efrînê de jî hemû partiyên siyasî bibin yek û lêvegereke xwe çê bikin.”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kiribû ku divê sînorê xwe li Efrînê biparêze, li ser vê pirsê Salih Mislim got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, me hêzên xwe çê kirin û me şerê rêjîmê û terorê jî kir, lê me ti carî negot em perçebûna ji Sûriyê dixwazin. Me her dem digot em Sûriyeke demokratîk û federal dixwazin.”

Herwiha got: “Rêveberiya Xweser a Efrînê nameyek ji hikûmeta Sûriyê şand, lê wan ti bersivên erênî nedane. Em dibêjin em beşek ji Sûriyê ne, ew jî serweriya dixwazin, divê hikûmeta Sûriyê bi erkên xwe rabe.