Efrîn; çima niha?

Kurd24

Efrîn navçeyekê li rojavayê bakurê Suriyê, li nuqteya herî dawiyê rojavayê Kurdistanê dikeve. Beriya şerê navxweyî yê Suriyê, Efrinê tevî 350 gundên xwe ve qasî 400 hezar nifûs dihewand. Tevî ku Efrin li ser wîlayeta Helebê ye jî, sedî 70-80 nifusa xwe Kurd e û di eslê xwe da bajareke Kurdan e. Piştê ku şerê navxweyî di sala 2011an de destpêkir, Efrin car jî wek bajarek aram ma, tu nerhetî û pevçun li Efrînê çênebûn. Gelê Efrinê li himber êrişên hovane yên IŞİDê berxweda. Ji ber ku ji der û durê şerê dijwar mabû, bi qasî nîv milyon kesên ku ji deverên Ereban yên qada şer koçbûbûn, hatin li Efrinê sitirîn, di vê bajarê da bicîh bûn. Bi gotineke din, Efrîn jiber ku ji şer xesar nedîbûn û aram mabûn, bi sed hezaran ew kesên ku warên wan kavil bûbûn û ji agirê şer reviyan berê xwe dan Efrînê. Ev bajar jibo kesên mexdûrên şer bû stareyeke ewle.

Piştê operasyona dagirkirina Efrinê ku di 20ê meha borî de ji aliyê Tirkiyê ve destpêkiriye, rewşa Efrînê jî bû wek bajarên mayî. Li ser bombebarankirin artêşa Tirkiyê niha her derê vê heremê dişewite, xanî xiradibin, zarok û xelqên sivîl dimirin, ew sed hezaran kesên ku dema berê xwe avêtibûn hemêza vê bajarî, niha jî ji ber şer û pevçunên ku ber bi Efrînê ve tên, carek din dibin koçber û dikevin li ser rêyan.

Li vê halê mêzekin. Tam dema ku behsa têkçûna DAİŞê tê kirin, temamkirina şerê navxweyî tê îlan kirin û hewldanên siyasî yên ji bo safîkîrina pirsa Suriyê di platformên navnetewî da ciyê xwe digrin, ew Efrîna aram carek da dibe qada şer. Bi gotineke din, tam di wexta ku hêvîyên ku wê şerê Suriyê bi dawî bê, geş dibin; Efrîna ku ev şeş heft sal e dikaribûye derê şer bimîne, niha dibe armanca tanq û topan.

Gelo çima?

Rastiya meselê ev e; bi hewldanên siyasi yê jibo çareseriya Suriyê re paralel, aktorên li herêmê jibo ku encama leyistikê biguhurînin ketina nav hemleyên dawî. Rusyayê sala parîn Helebê ji hêzên muxalif paqij kir. Tiştê ecêb ew bû ku Rusya di operasyona Helebê da ji Tirkiyê gelek alîkarî stend. Niha jî artêşa Suriyê bi aliariya Rusyayê jibo paqijkirina İdlibê, bênavber êrîşê hêzên tundrew yên selefi dike. Bi vê awayî, Rusya û rejima Esad beriya ku pirsa Suriyê di platformên navnetewî de ber bi safikirinê ve biçe, dixwazin li rojavayê Fıradê kontrola xwe ava û herwisa jî saxlem bikin.

Yek jê ku di nav hewleke usa da ye jî Emerika ye. Emerika, niha bi alikariya Hêzên Suriyê yên Demokratik (HSDê), herêma Kurdan ya li rojhelatê Firadê jî têde, sisiyan yekê axa Suriyê kontrol dike. Di van demên dawî de Emerikayê bi daxuyaniyeke eşkere kir ku ewê arteşeke qasî 30 hezarî ava bike. Emerikayê bi vê daxuyaniyê mesaj da aktorên peywendîdar ku ew ê li heremê mayînde be. Herwisa jî xwest bêje ku bê min li Suriyê sazumanake nû ava nabe.

Bi nêrina min, yek ji sedemê ku Tirkiyê niha dest bi operasyona dagirkirina Efrinê kir ev hewla Emerkayê ya dawî bû. Elbet Tirkiyê ger berê mecal bidîya û ji Rusyayê îcazet bistendana elbet wê zutir biketana Efrinê. Lê piştê ku Emerikayê peyamên bi vê awayî da ku wê li Suriyê her bimîne, Rusyayê tavil destur da Tirkiyê ku dest bi operasyona Efrinê bike. Rusyayê bi destur dayîna operasyona Tirkiyê, dixwaze Tirkiyê û Emerikayê bine li himber hev. Rusya bi vê operasyonê herwisa dixwaze peyamek jî bide PYD/YPGê, bona ku bi Emerikayê ra şirîgatî dike. Rusya, Tirkiyê li himber Emerikayê û tefaqa Emerika û YPGê wek kartek bikartine. Xuyaye Rusya ji niha ve gihiştiye armanca xwe û bi vê hemleya xwe derbeyek mezin li pêwendiyên Emerikayê û yên Tirkiyê xistiye.

Belê Tirkiyê bi operasyona li ser Efrinê dixwazê li Suriyê pêşiya Kurdan bigire. Lê Rusya jî bi vê hemleyê dixwaze planên Emerikayê li Suriyê têk bibe û Tirkiyê ji Emerika û NATOyê zêdetir dur bixe.

Di vê mijarê da çend nuqteyên din jî ev in.

Wek tê gotin, krediya ku Rusyayê û herwisa jî İran û Suriyê jibo operasyona Efrinê dane Tirkiyê bêsînor nine. Li aliyê din, weke ku gelek caran tê îfade kirin, divê Tirkiye siyaseta li dijê Kurdan biterikîne. Ciyê ku çareseriyê li Kerkukê û Efrinê bigere, bila vegere nav mala xwe mêzeke. Divê ji bîr neke ku ji nîvî zêdetir nifusa Kurdan û axa Kurdistanê di nava sînorê Tirkiyê da ye.

Ger em bên xala Kurdan… Dinya alem zane ku PYD/YPG xwe liser Kurdên dervayê xwe ferz dike û li wan derdoran gelek tehdayan dike. Hewce ye beriya her tiştî PYD vê helwesta xwe ya otoriter û kare sepandinê biterikîne. Ger Kurdên Suriyê, ENKS û TEVDEM bikaribin li ser mutabaqatek neteweyi lihev bikin û li gor mutabaqateke bi vê awayî îdareye hebbeş avabikin, şik tune ku karê wan gelek wê hêsantir bibe. Helwesteke bi vê awayî wê derfet çêke ku Kurdên Suriyê di qada navnetewî da ciyê xwe bi xurtî bigrin û pêywendiyên baştir daynin. Herwisa jî di rewşek usa de Tirkiye û hêzên wek wê dê nikaribin bi keyfa xwe destdirêjiya vê derê bikin.

Wek gotina dawî, divê neyê jibîr kirin ku tu platformeke navneteweyî bê beşdariya Kurdan nikare bigihî tu encameke. Divê wek nimune, em li civîna ku di dawiya meha borî de li Soçîyê lidar ket mêzekin. Kongreya Netweyî ya Suriyê ji ber ku ji aliyê Kurdan ve hat boyqot kirin bi tevayî têk çû.

Li aliyê din, rêvebirên rejimê hîn jî li hin deran bejna xwe nişan didin, lê her kes dizanê ku tu meşruiyeta Beşar Esad û şirîgên gunehên wî nema ye. Beşar Esad û hevalbendên wî bi tu awayî nikarin paşeroja Suriyê de rolek bileyizên. Pekî, gelo dê grubên radikal yên selefî yan jî mirovên wan ê wek Artêşa Azad a Suriyê (ÖSO) qedera Suriyê tayin bikin?

Eşkere ye ku di roja îroyîn de tu hewldan yan jî pêvajoyên aştî û çareseriyê, bê beşdariya Kurdan naçên serî. Ji ber ve yekê, li Suriyê lawazkirina kurdan tê maneya lawazkirina pêvajoyên çareseriyê û hewldanên asayîkirina Suriyê. Tevî problemên wan ên navxweyî, li Suriyê yê ku qimeta azadiyê û demokrasiye dizanin û ev 80 sale jibo vê bedêl didin tenê Kurd in.

05.02.2018