Konfiransa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêr lidar dikeve

Mûsa Ehmed: Çalakiyên me sal bi sal cudatir û berfirehtir bûne, jibilî li Kurdistan û Iraqê, li cihin din jî me alîkariya mişext û penaberan kiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, konfiransa xwe li Hewlêr lidar dixe û têde kar û çalakiyên dezgehê yên sala 2017an dinirxîne, her di wê konfiransê de, serokê Borda damezrêner ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Kongir bi amadebûna serokê Borda damezrêner ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mesrûr Barzanî û hejmareke mezin ji kunsulxane û rêxistiyên navdewletî tê lidarxistin, di kongir de jî wê kar û çalakiyên dezgehê di sala 2017an de, bi amar û data bên behskirin.

Mûsa Ehmed got jî: "Çalakiyên me sal bi sal cudatir û berfirehtir bûne, jibilî li Kurdistan û Iraqê, li cihin din jî me alîkariya mişext û penaberan kiriye, tê texmînkirin ku heya niha bêtirî 10 milyon kes alîkarî ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wergirtibe, ew jî di demekê de ye, ku gellak kes hene bêtirî carekê alîkarî ji dezgehê wergirtine".