Kurdistan24 dîmenên wêranbûna gundê Celemê û Cindirêsê belav dike
K24 – Efrîn
Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çileya bûrî ve êrîşî gund û navçeyên Efrînê dike, ku di encamê de gelek xanî û malên sivîlan hatine rûxandin. Kurdistan24 derbasî gundê Celemê û navçeya Cindirêsê bû û dîmenên ji piştî bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê li ser wan her du devaran girtin.
Gundî jî dibêjin net enê malên wan hatine armancikrin, lê mizgeft û dibistan jî hatine bombebarankirin. Dibêjin jî ku tenê xelkê sivîl li gund dijîn û tevî wê jî tên bombebarankirin.