Perlemanterekî YNK: Kes wek Ebadî nerastgo tine ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Perlemanterê YNK Bextyar Şaweys rexneyên tund li serokwezîrê Iraqê û Heyder Ebadî kir û got: "Ti kes wek Ebadî nerastgo tine ye".
Bextyar Şaweys di konfiranekî rojnamevanî de ragihand: "Bi dirêjiya dîroka Iraqê, kesek tine ye wek Heyder Ebadî, li gel sozên xwe nerastgo be, nek tenê pirsa şandina mûçeyê fermanber û mamosteyan, divabû niha hemû kêşeyên din jî, li gel Herêma Kurdistanê çare kiriba".
Şaweys got jî: "Hemû rojên Sêşemê, Ebadî di kongirê xwe yê rojnamevanî de, soza şandina mûçeyê fermanberan dide û komîteyên hûrbîniyê dişîne, lê Ebadî gellekî nerastgo bû û sozên xwe heya niha bicî nekiriye".
Daxuyaniyên Şaweys, di nav xwepêşandana mamosteyan de bû li bajarê Silêmaniyê, ku li dijî paşketina mûçe, xwepêşandanek saz kirin.