Girupeke Heşda Şeibî: Emê rastî hêzên Amerîkî bên

Heşda Şeibî: Mana hêzên Amerîka li Iraqê dagîrkarî ye û di her demekê de be, emê rastî wan hêzan bên.

K24 - Navenda Nûçeyan

Milîsên Hizbullaha Iraqê ku yek ji girûpên nav Heşda Şeibî ye û ji aliyê Îranê ve piştevaniya wê têkirin, gefê li hêzên Amerîka yên li Iraqê dike û dibêje: "Ti pêwîstiya mana hêzên Amerîkî li nav Iraqê nema ye û ewê bi awayekî berfireh li dijî wan hêzan rawestin, ji bo vê yekê jî, divê hemû hêzên Amerîkî çi rahêner bin yan şêwirmend bin, ji nav axa Iraqê derkevin".

Gefa wê girûpa Heşda Şeibî li hêzên Amerîkî, piştî wê yekê hat ku Amerîka kişandina beşekî ji hêzên xwe yên li Iraqê ragihandibû, lê peyvdarê milîsên Hizbullaha Iraqê Ceifer Huseynî dibêje: "Mana hêzên Amerîka li Iraqê dagîrkarî ye û di her demekê de be ewê rastî wan hêzan bên".

Peyvdarê wê girûpê got jî: "Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokayetiya Amerîka li derveyî îradeya Iraqê hat pêkanîn û hêzên Amerîkî ji ber xwe ve hatine Iraqê".