Li ser daxwaza mafê Kurd 3 parlemanterên Kurd hatin sizadan

Sê parlemanterên Kurd ên di parlemantoya Iraqê de bi dûrxistina bi awayekî demkî û birîna mûçeyên wan hatin sizadan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê parlemanterên Kurd ên di parlemantoya Iraqê de bi dûrxistina bi awayekî demkî û birîna mûçeyên wan hatin sizadan.

Li gor belgeyekê ku ketiye destê K24ê, parlemantoya Iraqê her sê parlemanterên Kurd Mesûd Heyder, Şaxewan Ebdulah û Sîrwan Ebdulah bi dûrxistina 15 rojan, birîna mûçeyên wan û reşkirina gotara wan a di rûniştina roja 5ê vê mehê de hatin sizadan.

Sizadana wan her sê parlemanterên Kurd ji piştî nîşandana nerazîbûna xwe li hember projeya budceya giştî ya îsal tê, ku pişka Kurd wek tê xwastin tê de nehatiye û fraksiyonên Şîe û beşek ji Suneyan bi niyaz in wê projeyê di parlemantoyê re derbas bikin.

Li gor wê belgeyê ku îmzeya Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî  li ser e, ew her sê parlemanterên Kurd bi têkdana sîstema parlemantoyê û binpêkirina riftarên parlemantariyê û astengkirina karên parlemantoyê hatine tometbarkirin.

Parlemanterê Tevgera Goranê Mesûd Heyder derbarê wê biryarê de got: “Ew biryar takekesî ye û li dijî peyrewa navxweyî ya parlemantoyê ye.”

Di salên bûrî de pişkê budceyê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê ji sedî 17 bû, lê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo ji sedî 12.68 kêm kir û dixwaze projeyasaya budceya giştî di parlemantoyê re derbas bike û pesend bike.