YPG: Me ti rêketin bi Hikûmeta Sûryê re nekirine
K24 - Navenda Nûçeyan
Fermandar di Yekîneyên Parastina Gel de Rojhat Roj raghand, nûçeyên ku belav bûne û behsa derbasbûna artêşa Sûryê ji bo Efrînê dikin, ne rast in û got: "Ti rêketin û civîn di navbera me û rêjîma Sûryê de çênebûne".
Rojhat Roj got jî: "Ev 28 roj in gelê Efrînê rûbrûyê êrîşên Tirkiyê dibe û heya niha jî, ti hêz ne alîkarî û ne jî çek pêşkêşî me nekiriye".
Derbarê daxuyaniya wezîrê berevaniya Tirkiyê, ku têde dibêje, Amerîka ji wan re gotiye ew dikarn YPG di şerê li dijî PKKê de bikarbînin, Rojhat Roj ti bersiv neda, lê got: "Di demeke nêzîk de, wê fermandariya giştî ya YPGê bersiva vê mijarê bide".