Ebadî: Nêzîk wê firîngehên Herêma Kurdistanê bên vekirin

Ebadî: Em gellekî nêzîkî xerckirina mûçeyê fermanberên Herêmî Kurdistanê jî bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji kenala DW ya Almanî re ragihand, ku di demeke nêzîk de wê firîngehên Herêma Kurdistanê li ber geştên navdewletî bên vekirin û got: "Em gellekî nêzîkî xerckirina mûçeyê fermanberên Herêmî Kurdistanê jî bûne".

Heyder Ebadî ji wê kenalê re got: "Danûstendinên me derbarê vekirina firîngehan berdewam in, me xwest ku em desthilata federalî li firîngehan vegerînin. Derbarê mûçeyê fermanberan jî, em nêzîkî xerckirina mûçeyan bûne û tenê me xwest ku em piştrast bibin, ew pereyê em ji bo fermanberan bişînin, nekevin destê partiyan de, piroseya hûrbîniyê di lîsta mûçeya fermanberan de berdewam e û emê kêşeyan li gel Herêma Kurdistanê çareser bikin".

Her di wê dîdarê de, serokwezîrê Iraqê derketina hêzên Amerîkî ji Iraqê bi şaştiyeke dîrokî binav kir.

Herwiha Ebadî ragihand, ku ew naxwazin heman şaştiya sala 2011an dubare bikin, dema ku hêzên Amerîka ji Iraqê derketin, piştî çend mehan girûpên terorîst li hin navçeyan serî hildan û piştre DAIŞ hat û çend bajarên Iraqê bi temamî kontrol kir.