PKK: Berxwedana YPG li Efrînê Hikûmeta Sûryê neçar kir ku hêzên xwe bişîne

Mistefa Karasu: Êrîşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê, bi pesendkirina Rûsya bû, her yek ji Amerîka, Îran û Hikûmeta Sûryê jî çavên xwe li ser operasyona Efrînê girtin

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêvebir a KCKê Mistafa Karasu ragihand: "Ji ber berxwadana 34 rojan a YPGyê, Hikûmeta Sûryê neçar ma serbazên xwe bişîne Efrînê".

Karasu ji ajanseke nêzîkê PKKê re got: "Êrîşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê, bi pesendkirina Rûsya bû, her yek ji Amerîka, Îran û Hikûmeta Sûryê jî çavên xwe li ser operasyona Efrînê girtin, lê berxwedana YPGê ya 34 rojan, helwesta Sûryê guherand".

Bi gotina Mistafa Karasu, Hikûmeta Sûryê tirsiya ku Tirkiye dagirkeriya xwe ya li Efrînê berfireh bike û di encamê de di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûryê de şikestinek çêbibe û piştre nikaribe ti carî bi Kurdan re lihevkirinekê bike, ji ber vê yekê Hikûmeta SÛryê neçar ma ku xwebazên xwe bişîne Efrînê.

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê, bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, ji 20ê meha derbasbûyî ve, li Efrînê berdewam dike, piştî derbasbûna bêtirî mehekê ji destpêkirina wê operasyonê, Hikûmeta Sûryê piştî rêketinê li gel YPGê, çend kerwanek ji milîsên ser bi artêşa Sûrî ve ji bo Efrînê şand, bi gotina hin serkirdeyên YPG jî, wê ew milîsana li ser sînorên Efrînê bên belavkirin.   

N.O