Pentagon: Alîkariyên me ji bo Pêşmerge kêm bûne, lê berdewam in

Pentagonê bi qasî 75 milyon Dolar alîkariyên diravî ji bo hêzên Pêşmerge kêm kiriye, ew jî ji bo bidawîbûna piroseyên li dijî DAIŞê vegerand

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta bergiriya Amerîka (Pentagon) ragihand, ku pereyên ji Pentagonê ji bo hêzên Pêşmerge dihat dayin, hatiye kêmkirin lê alîkariya diravî berdewam dibe.

Daxuyaniya Pentagonê piştî wê yekê hat, ku malpera Monîtor ya Amerîkî belav kir, ku Pentagonê alîkariyên diravî ji bo hêzên Pêşmerge rawestandiye û diyar kiriye ku Pêşmerge giringtirîn hevpeymanên Amerîka bûn di şerê dijî terorê de.

Li ser vê pirsê peyvdarê Pentagonê Eric Bahon ji kenala Alhurra ya Amerîkî re ragihand ku "Wezareta wî siyaseta xwe derbarê dayina alîkariyên diravî ji bo hêzên Kurdî yên Iraqê neguhertiye, hîna Pentagon alîkariyên diravî radestî Pêşmerge dike ji bo pêdakirina mûçeyê wan hêzan û piştevaniya diravî ji pirogramê rahênana wan jî, bi rêketin li gel Hikûmeta Iraqê hatiye destnîşankirin".

Bahon zelal kir, ku guhertina çêbûye, alîkariya bi qasî 365 milyon Dolar ji bo hêzên Iraqî û Kurdî hatibû destnîşankirin, bûye 290 milyon Dolar, sedema serekî ya wê kêmkirinê jî, ji ber bidawîbûna beşê herî zêde yê piroseyên serbazî yên li dijî DAIŞê ye".

Pêştir jî navhatî ragihandibû, ku hîna Amerîka helwesta xwe derbarê mûçeyê hêzên Kurdî, di budceya sala dahatî de yekalî nekiriye.

Herwiha kenala Alhurra, belav kiriye ku Pentagonê ji sala 2004an ve, mehane mûçeyê 30 hezar Pêşmerge peyda dike.

N.O